3 kes di êrîşeke Îsraîlê ya li ser Şamê de hatin kuştin

Di êrîşeke Îsraîlê ya li ser derdora Şamê de, 3 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

27 Hezîran 2024 - 07:10
27 Hezîran 2024 - 07:10
 0
3 kes di êrîşeke Îsraîlê ya li ser Şamê de hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê şeva borî bi mûşekan navendeke xizmetguzariyê ya Hizbullaha Libnanî li derdora Şamê kire armanc.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin ku di nav wan de pîrejinek hebû û 11 kesên din jî birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî gihîştin avahî û otomobîlên li wê navendê.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî belav kir, Îsraîlê şeva borî demjimêr 23:40 ji aliyê Golanê ve çend xal li başûrê welat mûşekbaran kirin û sîstema wan a berevaniyê rûbirûyî mûşekan bû û hejmarek jê xistin xwarê.

Da zanîn jî, di encama êrîşê de, 2 kesên sivîl hatin kuştin û û çekdarekî jî birîndar bû. Herwina hin ziyanên madî çêbûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 504 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:54:32