Amerîka pêşwaziyê li diyarkirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike
Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşwazî li diyarkirina dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike û hêvî dike ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji ajansa K24ê re ragihand, Amerîka pêşwaziyê li ragihandina roja 20ê Cotmehê, wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike.
Herwiha got: “Hilbijartinên Herêma Kurdistanê binemayeke girîng a proseya demokrasiyê ye û em çaverê dikin ku hilbijartin bi awayekî azad û zelal û bê paşxistin bên kirin.”
Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî ji K24ê re ragihand: “Em amade ne di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin, hilbijartinên Parlamentoyê bikin.”
Nûvekirina herî dawî: 14:16:08