3 Partî pêvajoya referandûmê de cih nagirin!
Hat ragihandin ku referandûma 25'ê îlonê de pêk were li gel destpêkirina propagandaya giştpirsiyê jî hêj 3 partiyên Siyasî ku mezinin serlêdan nekirine.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragifan ku jiber neacizî û berî girtina li hember aloziyan hinek talîmat hatine derxistin û li gorî çarçoveya wan telîmatan lazime propaganda were meşandin. Wekî tê zanîn ku dîroka propagandayê 5'ê îlonê heya 22'yê îlonê ye.
Her wiha Berpirê Partiyên Siyasî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Jiyar Azad da zanîn ku heya niha 9 partiyên siyasî serlêdan kirine.
Li gorî zanyariyên Rûdaw'ê heya niha Yekîtiya Neteweperwerên Kurdîstan (YNK), Goran û Komel jibo qeydkirinê serlêdan nekirine. Ew partiy3en ku xwe qeyd nekirine ne dikarin propaganda bi meşînin û ne jî dikarin hilbijartinê de çavdêran (muşahîd) bicih bike.
Ligorî zanyariyên destê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê de 5 mîlyon 500 hezar kes wê deng bikar bîne jibo vî referandûmê jî 46 hezar sindoq tê bête saz kirin.
Herwiha Komîsyonê da zanîn ku, amadekarî pêşiya dema diyarkirî de qedandiye.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:47