5 endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê reviyan

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 5 endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê ya li rojhilatê Hisîçayêye reviyan.

22 Sibat 2025 - 10:47
22 Sibat 2025 - 10:47
 0
5 endamên malbatên DAIŞê ji Kampa Holê reviyan

Li gorî zanyariyên SOHRyê ew 5 kes xelkê Îraq û Sûriyeyê ne.

Li ser vê yekê, Asayişa Rêveberiya Xweser dest bi lêgerînê kir da ku wan kesan desteser bike.

Beriya du rojan jî 6 malbatên DAIŞê hewl dabûn ji kampê birevin lê hêzên ewlehiyê pêşiya wan girtibû.

Piştî Amerîkayê alîkariya aborî ji bo kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne rawestand, Rêveberiya Xweser deriyê vegerê ji malbatên Sûriyeyî û Îraqî yên li kampê re vekiriye da ku ew karibin vegerin cih û warên xwe.

 

Ev nûçe bi tevahî 489 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:14