Mustafa Ozçelîk: ‘’Yek dewlet, yek milet’’ û gotina ‘’neteweyê demokratik û em li dijî netewe dewletê ne’’, eynê tişte!

23 Cotmeh 2026 - 13:19
23 Cotmeh 2026 - 13:19
 0
Mustafa Ozçelîk: ‘’Yek dewlet, yek milet’’ û gotina ‘’neteweyê demokratik û em li dijî netewe dewletê ne’’, eynê tişte!

Eve du sal in, behsa ‘’pêvajoyekê’’ tê kirin ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve wekî ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’; ji alîyê Öcalan, PKK û Partîya DEMê ve wekî ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’, û ji aliyê hin dorhêlan ve jî wekî ‘’Pêvajoya Çareseriyê’’ tê pênasekirin.

Me di vê dema du salî de, biryara PKKê ya danîna çekan, bi wateya bidawîanîna rewşeke ku zirarê dide kurdan, wekî biryareke rast nirxand.

Lê belê, gava ku em daxuyanîyên ku heta roja îro hatine dayîn, helwestên ku hatine nîşandan, raporên ku hatine amadekirin û qanûnên ku hatine derxistin didin ber çavan, me ev ‘’pêvajo’’ wekî pêvajoyeke mijûlkirinê, paşguhkirinê, tunehesibandin û astengkirina maf û azadiyên kurdan nirxand.

Rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî di van demên dawî de bi awayekî berfirehtir careke din paradîgmaya ‘’Yek Dewlet, Yek Milet’’ tînin rojevê.

Ocalan, PKK û Partîya DEMê jî bi gotinên wekî “neteweyê demokratîk”, “em li dijî dewleta netewe ne” piştgirîyê didin van gotinên Dewleta Tirkiyeyê.

Em di wê bawerîyê de ne careke din jî pêwîstî bi wê yeke heye ku em balê bikşînîn xeterîya van gotin û nêrîn rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalan.

Dewleta Tirk, ji 100 salî zêdetire bi înkar, îmha û asîmîlasyonê hişmendîya ''yek dewlet, yek milet”ê pêk tîne; hewl dide ku miletê kurd tune bike, tunebihesibîne û rê li ber hemû maf û azadiyên wê yên kollektîf û mafê  wê yê xwe birêvebirinê bigre.

Ocalan, PKK û rêvebirên Partîya DEMê jî têgihîştina ''neteweya demokratîk'' û ‘’em li dijî netewe dewletê ne’’ dixin rojevê. Têgihîştin û zihnîyete ‘’neteweya demokratîk’’ û ‘’em li dijî netewe dewletê ne’’, di eslê xwe de têgihîştineke ku hebûna kurdan a wekî netewe û mîna hemû neteweyên cîhanê mafê xwebirêvebirinê tune dihesibîne.

Dewleta Tirk dema ku behsa ‘’yek milet’’ dike, armanc ew e ku miletê kurd û hemû pêkhateyên din ên etnîkî di bin navê ‘’Miletê Tirk’’ de bihelîne û tune bike; herweha gava dibêje ‘’yek dewlet’ jî mebest ew e ku, rê li ber wê yekê bigre da ku miletê Kurd û pêkhateyên etnîkî yên li Kurdistanê bikaribin bi hev re bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare bikin bigrin.

Dema ku em têgihîştina Ocalan a ‘’neteweyê demokratîk’’ li gel pêşniyarên ‘’entegrasyon’’, ‘’civata komunal’’, ‘’hemwelatîya wekhev’’, ‘’cumhurîyeta demokratîk’’, ‘’welatê hevpar’’ û gotinên ‘’Kurd civateke wek sergo ye’’, ‘’Kurdî ne zimanekî kêrhatî ye’’ re binirxînin; eşkere ye ku dema tê gotin ‘’neteweyê demokratîk’’, behsa ‘’Neteweyê Kurd ku demokrasîyê di hundirê xwe de dihewîne’’ nayê kirin, behsa ‘’neteweyek’’ nû ya ku ji tevlihevkirina  hemû netewe û gelên di binê banê neteweyê Tirk ku li Tirkiyeyê dijîn pêk hatîye tê kirin. Bi îfadeyeke din, eşkere ye ku paradîgmaya Dewleta Tirk a ‘’yek netewe’’ bi îfadeyeke din tê zimên.

Bi heman awayî, dema ku em gotina Ocalan a ‘’em li dijî netewe dewletê ne’’ jî li gel wan pêşniyarên Ocalan yên ku li jor me destnîşan kirine binirxînin, pir eşkere ye ku mebesta vê gotinê ne ‘’Em li dijî netewe dewleteke ku ji neteweyê Kurd pêk tê’’ ye; di eslê xwe de maneya vê gotinê ewe ku ew li dijî wê yekê ye ku miletê Kurd bi pêkhateyên etnîkî yên ku li Kurdistanê dijîn re dewleteke hevpar ava bikin. Jixwe Ocalan di deklarasyona ku di 27ê Sibata 2025an de belav kiribû de ev yek bi awayekî ku ji ti nîqaşê re cîh nahêle bi vî rengî anîbû zimên:

‘’Çareserîyên netewe dewleta cuda, federasyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturîstî ku  berhema neteweperwerîyeke ku ji hedê xwe bihurîye ye, nikarin bibin bersiva sosyolojîya civakî ya dîrokî’’.

Ocalan îdîa dike û diparêze ku ne tenê statuyeke siyasî li Kurdistanê, daxwazên kulturîstî jî nikarin bibin bersîva sosyolojîya civakî ya dîrokî.

Di cîhanê de dewletên otorîter ku li ser bingeha desthilatdarîya neteweyeke serdest hatine ava kirin, ku netewe û komên din ên etnîkî yên ku pê re dijîn tune dihesibînin û hewl didin wan tune bikin hene; her weha dewletên federal û demokratîk ên li ser bingeha wekheviyê ku berhema îradeya hevpar a netewe û gelên ku bi hev re dijîn; hebûn û mafên hev dipejirînin jî hene.

Neteweyê Kurd bi welatê xwe ê bi navê Kurdistan ku bi hezaran sal in li ser dijî, bi nifûsa xwe ya nêzî 70 milyonî, ji alîyê çar dewletan ve hatîye parçekirin, dabeşkirin, Ev rewşa, pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd wek pirseke sereke derdixe pêş. Bakurê Kurdistanê jî beşeke vê rastîyê ye.

Em şêwazekî rêveberîyê ku statuyeke siyasî, neteweyî û erdnîgarî ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê wekî esas digire, mafê çarenûsîya miletê kurd dihewîne; ku berhem û nîşana îradeya hevpar a miletê kurd û hemû beşên etnîkî, hemû ol û mezheban û beşên civakî yên ku li Kurdistanê bi hev re dijîn e û nirxên azadî, edalet û demokrasîyê di hundirê xwe de dihewîne, wekî çareserî pêşniyar dikin û armanc dikin.

Tevî vê armanca me ya stratejîk, em maf û azadiyên xwe yên herî bingehîn, lezgîn, neteweyî, demokratîk û kollektîf ku îro divê bibin rojev û ji bo bidestxistina wan têkoşîn bê kirin jî, wek parçeyekî vê armanca xwe ya stratejîk dibînin:

* Divê hebûna kurdan wekî netewe, zimanê kurdî weke zimanê fermî û perwerdeyê, azadîya fikir, raman û bawerîyê, bi navê Kurdistanê avakirina partîyên siyasî û dezgehên sivîl û civakî bêne qebûlkirin û di Qanûna bingehîn de bêne misogerkirin.

* Divê kesên ji ber xebat û nerînên siyasî, demokratîk û sivîl di zîndana de ne, bê şert û merc bêne berdan; hemû dozên di vê warî de bêne betalkirin.

* Divê hemû astengîyên li hemberî bikaranîna navên kurdî yên herêm, bajar, bajarok û gundanji holê  bêne rakirin.

* Divê cihên gorên mezinên kurdan werin eşkerekirin.

* Divê Dewleta Tirkîyeyê pabendî hemû payman navneteweyî yên ku îmzekiriye bimîne. Şerh û qeydên xwe yê ji ser peymanên navneteweyî rake û pêdivîyên xwe yên li hemberî van peymanan pêk bîne.

Ne ji ber vê ‘’pêjaoya heyî’’; lê belê, bi salane ku em dibêjin, bila pirsa kurd û Kurdistanê bi rê, rêbaz û amûrên aştîyane, sîyasî bi dîyalogê bê çareser kirin.

Dewleta Tirk, îro dixwaze van siyaset û helwestên xwe yên xelet ku 100 sal in dimeşîne, di pişt deriyên girtî de, bi siyaset û helwesta paşvexistin û mijûlkrinê berdewam bike. Em bang li Dewleta Tirk dikin ku dawî vê sîyaseta xwe bîne. Mixatabê çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê partîyên sîyasî, dezhegên sivîl û kesayetên civakî yên qebûlbar, pêkhateyên herî berfireh ên gelê Kurdistanê ne.

Em bang li Ocalan, PKK û Partîya DEMê jî dikin ku dev ji piştgirîya vê siyaseta xelet û bêçareserîker a Dewleta Tirk berdin; dev ji wan siyaset û helwestên ku hebûn û mafên neteweyî, demokratik yên miletê Kurd tune dihesibînin berdin.

Em bang li hemû partî û grupên siyasî yên kurd, sazîyên civakî yên sivîl û aqilmendên kurdan, potansîyela welatparêz a Partîya DEMê û gelê xwe dikin ku; hêza xwe bikin yek û ji hevdîtin û siyasetên ku di pişt derîyan de bi armanca tunehesibandin miletê kurd û rêlibergirtina maf û azadîyên wî yên neteweyî, demokratîk û kollektîf tên meşandin re bibêjin ‘’na’’ û îrade û helwesteke neteweyî

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:05