ABD: Me sê moşek û çend dronên Hûsiyan li Deryaya Sor êxistin

Pentagon eşkere dike ku sê moşek û çend dronên Hûsiyan li Deryaya Sor êxistine.

20 Cotmeh 2023 - 09:37
20 Cotmeh 2023 - 09:37
 0
ABD: Me sê moşek û çend dronên Hûsiyan li Deryaya Sor êxistin

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder ragehand, hêzên wan li bakurê Deryaya Sor sê moşek çend dronên Hûsiyan êxistine ku ji Yemenê ber bi Israîlê ve hatibûn arastekirin.

Wî amaje da wê yekê jî ku her dema pêdivî be, ew dê sîstemên bergiriya asmanî ji bo parastina hevparên xwe li Rojhilatan Navîn bi kar bînin.

Berdevkê Pentagonê herwesa got: Desteya keştiya şerî ya USS Carney li bakurê Deryaya Sor sê moşekên kiros û çend dron êxistine ku ji aliyê Hûsiyan ve ji Yemenê ber bi Israîlê ve hatibûn arastekirin. Ev encamê hevgirtin û qayîmiya wê sîstema bergiriya asmanî ye ya ku me li Rojhilata Navîn danaye.

Herwesa wî got: Her dema pêdivî be, em amade ne vê sîstemê ji bo parastina hevparên xwe û berejewendên Amerîkayê li deverê bi kar bînin.

Li dawiyê jî wî got: Çi qurbanî di vê rûdanê de nebûne.

Ev nûçe bi tevahî 1037 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:56