Li Wanê hemû çalakî 2 rojan hatin qedexekirin

Li Wanê hemû cure xwepêşandan û çalakî 2 rojan hatin qedexekirin.

20 Cotmeh 2023 - 09:35
20 Cotmeh 2023 - 09:35
 0
Li Wanê hemû çalakî 2 rojan hatin qedexekirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin.

Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamegeriyê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên medyayê, vedana konan û standan û çalakiyên din 21 û 22ê Çiriya Pêşînê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku “bi armanca asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan û êrişan, parastina maf û azadiyên xelkê” biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 686 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:30