Agir bi avahiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ket

Îro berê sibê li Hewlêrê ji ber sedemeke ne diyar agir bi beşeke avahiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ket.

17 Sibat 2024 - 06:08
17 Sibat 2024 - 06:08
 0
Agir bi avahiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ket

Ji bo kontrolkirina agir gelek wesayitên agirkujiyê, ambûlans û ekîbên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî ragihandina nûçegihanê ajansa Rûdawê agir derdora saet 01:00ê de derketiye.

Li gorî nûçeyê agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve di demeke kurt de hatiye kontrolkirin.

Herwiha di şewatê de ti ziyanên canî çênebûn.

Hêzên parastina sivîl û ewlehiyê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Dilniya Rahman diyar kir ku hêzên ewlehiyê piştî lêkolîna li ser sedema şewatê dê li ser mijarê daxuyaniyekê bidin.

Ev nûçe bi tevahî 853 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:46:31