Agir bi malekê ket: 7 mexdûrên erdhejê canê xwe ji dest dan
Li navçeya Karatayê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê ve, di malekê de ku mexdûrên erdhejê lê diman agir derket û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Taxa Yediler a navçeya Karatayê, doh bi şev 16ê Sibatê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi xaniyekî ket, ku welatiyên Sûriyeyî tê de dijiyan.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di dema vemirandina agir de banê xanî hilweşiya û kesên tê de di bin de man. Piştî vemirandina agir, kavilên xanî bi makîneyên kar hatin rakirin.
Ji bin kavilan termên 7 welatiyên Sûriyeyî hatin derxistin, ku ji ber erdhejê ji navçeya Nurdagî ya Dîlokê koçberî Konyayê bibûn û li mala mirovên xwe mêvan bûn.
Herwiha 2 kes jî ji malbata xwediyê malê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Termên wan 7 kesan bo morga Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê hatin veguhestin.
Nûvekirina herî dawî: 18:13:13