Hatay: Piştî 261 demjimêran 2 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin

Li navçeya Antakyayê ya ser bi parêzgeha Hatayê ve 261 demjimêr piştî erdhejê 2 kesên bi navê Ali Şakiroglu û Mustafa Avci bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin.

17 Sibat 2023 - 03:57
17 Sibat 2023 - 03:57
 0
Hatay: Piştî 261 demjimêran 2 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin

Di erdhejên bi hêzên 7,7 û 7,6 pile de ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin, li hinek parêzgehan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di encama kar û xebateke dijwar de Ali Şakiroglu yê 26 salî û Mustafa Avci yê 34 salî, 261 demjimêr piştî erdhejê, ji bin kavilên avahiya nexweşxaneyeke taybet bi saxî derxistin. Piştî midaxeleya destpêkê Şakiroglu û Avci radestî tîmên tendirustiyê hat kirin û bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Li gor zanyariyan rewşa wan ya tendirustî baş e.

Herwiha li heman navçeyê beriya demjimêrekê zarokekî biyanî yê bi navê Osman Helebiye jî bi saxî hatibû derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 573 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:42