Ahmet Turk careke din bû namzedê Şaredariya Mêrdînê

Şaredarê Mêrdînê AhmAd Turk ku ji postê hatibû dûrxistin, careke din bû bernamzedê Şaredariya Mezin a Mêrdînê.

6 Berfanbar 2018 - 03:09
6 Berfanbar 2018 - 03:09
 0
Ahmet Turk careke din bû namzedê Şaredariya Mêrdînê

Şaredarê Mêrdînê AhmedTurk ku ji postê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyum hatibû danîn, duhî ji bo namzetiya Şaredariya Mezin a Mêrdînê serî li rêxistina HDPê ya Mêrdînê da.

Turk got, biryara dawî dê HDP û gel bide û vê hilbijartinê li dijî kiryarên desthilat û Qeyuman pir girîng dibînin.

Ahmed Turk sala 2014 wek Hevşaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin û 16'ê Mijdara 2016 ji hêla Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve ji postê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyum hatibû danîn.

Hilbijaratinên herêmî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, 31'ê Adara 2019'ê dê werin encamdan.

Ev nûçe bi tevahî 1339 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:44:50