AK Partiyê li ser biryara vekişîna PKKyê daxuyanî da

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand, "Biryara vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê encamên berbiçav ên bipêşketina di nexşerêya Tirkiyeya Bêteror de ne."

27 Cotmeh 2025 - 10:38
27 Cotmeh 2025 - 10:38
 0
AK Partiyê li ser biryara vekişîna PKKyê daxuyanî da

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh bi konferanseke rojnamegeriyê ragihand, “Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.”

Piştî daxuyaniya PKKyê, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê nirxandina yekem a vekişîna PKKyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê anî ziman.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di daxuyaniya xwe de got:

“Rojeva sereke ya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror hilweşandina pêkhateyên çekdar û neyasayî yên PKKyê yên li Tirkiyeyê û li tevahiya herêmê, bi taybetî jî li Îraq û Sûriyeyê û berdewamiya danîna çekan e.

Berdewamiya danîna çekan a PKKyê sernavê sereke yê nexşerêya Tirkiyeya Bêteror e.

Bi pêşhatên îro re, biryara vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê û ragihandina ku dê gavên nû ji bo pêvajoya danîna çekan bên avêtin, encamên berbiçav ên bibipêşketina di nexşerêya Tirkiyeya Bêteror de ne.

Vekişîna unsûrên terorê ji Tirkiyeyê û ragihandina gavên nû yên ji bo danîna çekan, bipêşketinên li gorî armanca sereke ne.

Nexşerê ji bo armanca Tirkiyeya Bêteror encamên erênî dide.

Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror gaveke stratejîk û dîrokî ye ku ji bo paqijkirina demokrasiya me ji hemû gefan hatiye avêtin. Encama xwezayî û jêveneqetandî ya vê yekê, armanca herêma bêteror e ku li dijî avakirina wesayeta emperyalîst a li ser rêya rêxistinên terorê, bi taybetî li herêma me ya nêzîk û welatên cîran, helwestek e.

Banga dîrokî ya birêz Bahçelî zemîneke stratejîk-polîtîk ava kir û bi îradeya bilind a birêz Serokkomarê me ev pêvajo veguherî polîtîkayeke dewletê.

Vê yekê çarçoveyeke mezin ava kir ku li gorî ruhê demê ye û bersiva pirsgirêkên derdora me ye.

Piştgirî û rêberiya ku bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji partiyên cuda pêk tê gihîştiye, bi awayekî zelal nîşan daye ku mijara siyasî ya yekane ya pêvajoyê îradeya neteweyî ye.

Ji niha û pê ve, avêtina gavên ji bo berdewamiya pêvajoya danîna çekan û xwefesixkirinê dê misogerkirina gihîştina armancan be.

Bi berdewamiya pêvajoya xwefesixkirinê û danîna çekan re dê çarçoveya erênî ya ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê xêz bike, zelaltir bibe.

Divê ji bo parastina pêvajoyê ji her cure provokasyonan baldariyeke mezin were nîşandan.

Em ji hewldanên sabotajên siyasî, îstixbarî û fiîlî yên wan hêzên li pişt siyaseta kaosê ya li herêma me ya nêzîk agahdar in. Li hemberî van, em bi biryardarî nexşerêyê dimeşînin.

Hebûn û piştgiriya partiyên xwedî nêrînên siyasî yên cuda dewlemendiyeke siyasî ye û hêzê dide hêza vê tevahiya pêvajoyê.

Parastina vê dewlemendiya siyasî li gorî taybetmendiyên dewleta me û nirxên miletê me û bipêşveçûna ber bi armanca sereke ve dê rê veke.

Em dê rê nedin ku tohmetên neheq, buxtan û nêzîkatiyên marjînal û maksîmalîst ên ku pêvajoyê ji fokusa wê ya sereke dûr dixin, bandorên neyînî yên ku nexşerêyê jehrî dikin, çêbikin.

Bi piştgiriya her welatiyekî xwe û bi biratî, yekîtiya dîrok û çarenivîsa xwe em ber bi armancên xwe ve diçin.

Bi îradeya bilind a dewletê ya birêz Serokkomarê me, hemû saziyên dewleta me bi biryardarî ji bo armanca Tirkiyeya Bêteror xebatên xwe didomînin.

Komara Tirkiyeyê serwerê rojevê ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:46:56