Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê her dem amade ne

Alîkarê Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî li Akrêyê li nav hezaran alîgirên partiya xwe de axivî.

27 Cotmeh 2025 - 10:42
27 Cotmeh 2025 - 10:42
 0
Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê her dem amade ne

Nêçîrvan Barzanî careke din piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ducare kir û got, "Em her dem ji bo piştgiriya aştiyê amade ne."

Alîkarê Serokê PDKyê di bangeşeya hilbijartinê ya partiya xwe de axivî û got, "Ji roja yekem a damezrandina PDKyê ve Akrê û ev herêm beşeke ji hev naqetiyayî yê xebata partiya me bûne."

Nêçîrvan Barzanî li ber alîgirên partiya xwe, careke din behsa armanca bidestxistina yek milyon dengî kir û got, "Bi piştgiriya we, PDK dê bibe partiya yekem a Îraqê û dê yek milyon dengî û zêdetir jî bi dest bixe."

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha behsa pêşmergayetiya Serok Mesûd Barzanî kir û got, "Her gava ku em berê xwe didin Çiyayê Pîrs, em destpêka xebata Serok Mesûd Barzanî dibînin."

"Aştî rêbaza me ye, avadanî armanca me ye"

Nêçîrvan Barzanî careke din teqezî li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo pêvajoya çareseriyê kir û got, "Em hewl didin ku pêvajoya çareseriyê bi ser keve çekdar û şer li gundên me nemînin û cotkar vegerin ser gundên xwe."

Nêçîrvan Barzanî aştiyê wekî rêbaza PDKyê û avadaniyê jî wekî armanca wê bi nav kir û got, "Em bangewaziya aştiyê dikin û her dem ji bo piştgirîkirina aştiyê amade ne.

 Hewlên me ji bo avadaniyê ne."

Alîkarê Serokê PDKyê derbarê jiyana hevbeş a pêkhateyên li Akrêyê jî got,"Pêşerojê û niha selmandiye ku PDK partiya jiyana hevbeş a hemû baweriyan e.

Divê PDK bi ser keve da ku Kurdistanê bigihîne qonaxeke baştir û aramî û avadanî li Kurdistanê berdewam bike."

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî zimên ku armanca PDKyê ew e ku wekî bajarên Herêma Kurdistanê, bajarên Îraqê jî pêş bikevin û biratiya Kurd û Ereban zêdetir bibe.

"Divê sîstema Îraqê bibe federal"

Alîkarê Serokê PDKyê behsa erkên parlamenterên partiya xwe yên di xula paşerojê de kir û got:

"Du karên wan ên sereke hene. Ya yekem, divê yasayên ku derdikevin federal bin, çimkî ruhê destûra Îraqê hevparî û lihevkirin e.

Ya duyem, divê yasayên serdema rejîma berê bên guhertin da ku sîstema Îraqê bibe sîstemeke federal."

Nêçîrvan Barzanî pêwendiyên niha yên Îraq û Herêma Kurdistanê wekî "hikûmeta navendî" bi nav kir û got, "Ev hilbijartin ji bo cîbicîkirina destûrê û destpêkirina qonaxeke nû ya avadaniyê girîng e."

Alîkarê Serokê PDKyê di dawiya axaftina xwe de bangî alîgirên partiya xwe kir û got: "Bêyî dudilî biçin nav xelkê û daxwaza dengan bikin.

 Daxwaz bikin ku her kes dengê xwe bide PDKyê, deng bidin Kurdistaneke bihêz, avadan û pêşketîtir."

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:53:33