Serok Mesûd Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev pêşwazî kir.

27 Cotmeh 2025 - 10:36
27 Cotmeh 2025 - 10:36
 0
Serok Mesûd Barzanî Balyozê Rûsyayê yê Îraqê qebûl kir

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyê belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku li ser mijara domandina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêj hatin kirin.

Li gorî daxuyaniya Barageha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maxim Rubin jî amade bû.

Rewşa siyasî, guhertin, pêşhat û astengiyên li Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina dawî ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat kirin û hat teqezkirin ku domandina bipêşxistina vê rêkeftinê girîng e.

Di beşeke din a hevdîtinê de, gotûbêj li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, encam û pêngavên piştî vê pêvajoyê û nêzîkbûna aliyên siyasî yên Îraqê hat kirin.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinan di atmosfereke azad û demokratîk de anî zimên.

Serok Barzanî teqez kir ku divê encamên hilbijartinan bibin bingeha avakirina hikûmeteke federal a bihêz ku li ser esasê destûrê û bi beşdariya hemû pêkhate û aliyên siyasî be.

Pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşxistina wan pêwendiyan, mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:59