Amerîka: Em li Efrînê alîkariya ti hêzekê nakin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da xuyakirin ku ew li Efrînê alîkariyê nadin ti hêzekê û got, “Amerîka naxwaze li Sûriyeyê guhertineke sînorî çêbe û piştgiriyê dide Sûriyeyeke serbixwe.”

21 Sibat 2018 - 03:00
21 Sibat 2018 - 03:00
 0
Amerîka: Em li Efrînê alîkariya ti hêzekê nakin

Heather Nauert di civîna rojnamevanî de got, "Amerîka piştgirî li sûriyeke serbixwe dike, bi van sînorên ku niha heye."

Nauert li ser rewşa Efrînê jî got, zanyariyên wan li ser Efrînê sînordar in û da zanîn ku ew li "Efrînê alîkariya ti aliyekî nakin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsa rojnamevanan derbarê rewşa dawî li Sûriyê de da xuyakirin: "Amerîka piştgirîyê dide sûriyeyeke aram û serbixwe ya bi van sînorên niha. Em naguherin û piştgirî li guhertin an her cure herêmeke otonomî (xweser) ya zêde nakin."

Ev nûçe bi tevahî 1216 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:54:30