Berdevkê YPGê yê Efrînê: Hêzên artêşa Sûriyeyê ketin Efrînê

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brusk Hesekê diyar kir ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî nav Efrînê dibin.

20 Sibat 2018 - 11:11
20 Sibat 2018 - 11:11
 0
Berdevkê YPGê yê Efrînê: Hêzên artêşa Sûriyeyê ketin Efrînê

Berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Hesekê ji bo Sputnikê diyar kir ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin û got, ew hêz ji bo alîkariya gelê Efrînê hatine.

Hesekê anî ziman ku hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê hatine Efrînê û wisa axivî: "Îdiayên dibêjin artêşa Sûriyeyê ketiye Efrînê, rast in. Hêza leşkeri ya girêdayî artêşa Sûriyeyê ji bo li cem YPGê cih bigire û li dijî leşkerên Tirk û ASAyê şer bike, îro hate Efrînê. Ez hêz ji bo alîkariya gelê Efrînê û parastinê hatiye. Em niha nikarin hejmara leşkerên hatine, diyar bikin. Ev mijareke leşkerî ye."

Ev nûçe bi tevahî 1438 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:36:13