Almanya: Dorpêçkirina Efrînê dê êş û azara sivîlan zêde bike

Wezareta Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê dorpêçkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ve, bibe sedema xerabûna rewşa mirovî ya sivîlan.

21 Sibat 2018 - 03:46
21 Sibat 2018 - 03:46
 0
Almanya: Dorpêçkirina Efrînê dê êş û azara sivîlan zêde bike

Li ser hesabê twitterê yê wezaretê hat gotin, "Dê gefa dorpêçkirinê ya ser Efrînê, bibe sedema berdewama êş û azara xelkê sivîl."

Beriya niha jî nêzîkî 100 nivîskar, hunermend û akademisyenên almanî bi nameyekê daxwaz ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kiribûn ku li dijî operasyona Efrînê bertekê nîşan bide.

Merkelê jî dabû xuyakirin, berjewendiyên meşrû yên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hene, lê ew fikarên xwe yên derbarê aloziyeke navbera hevalbendên NATOyê de jî tînin ziman.

Ev nûçe bi tevahî 1743 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:12:00