Amerîka: Em piştgiriyê didin nexşerêya ji bo aramkirina rewşa Siwêdayê
Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li Şamê nexşerêyeke ji bo aramkirina rewşa Siwêdayê bi piştgiriya Washington û Emanê ragihand, îro Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo nexşerêyê nîşan da.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio derbarê nexşerêya Sûriyeyê ya ji bo aramkirina rewşa Siwêdayê li ser platforma Xê peyamek belav kir û ragihand:
"Em hêvîdar in ku nexşerêya Siwêdayê bi armanca bipêşxistina lêpirsînê, lihevhatin û dadperweriyê ji bo qurbaniyên hovîtiyê û parastina mafên kemîneyan be.
Siyaseta me ya ji bo Rojhilata Navîn li ser bingeha dîtina Trump a ji bo bidestxistina aştiyê bi rêya hêzê ye."
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî roja sêşemê li Şamê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihandibû:
"Hikûmeta Sûriyeyê nexşerêyeke zelal ji bo karkirina li Siwêdayê daniye ku piştgiriyê dide dadperweriyê û baweriyê ava dike."
Şeybanî gotibû, plan ji lêpirsîna ji kesên ku êrişî welatiyan kiriye, tezmînkirina mexdûran û "destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya navxweyî" pêk tê.
Li gorî Şeybanî, bicihanîna vê planê dê bi lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî ya derbarê tundiyê re hevdem be.
Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefediyê ku li gel nûnerê Amerîkayê Tom Barrack di wê konferansa rojnamevaniyê de amade bû jî ragihand:
"Mekanîzmayeke hevbeş a Sûriye-Urdin-Amerîkayê dê pêkanîna planê misoger bike.”
13ê Tîrmehê li Siwêdayê di navbera Durziyan û Erebên bedewî yên Sunî de pevçûnan rû da.
Ev pevçûn bi lez berfireh bûn û hêzên hikûmetê û çekdarên eşîran ên ji beşên din ên Sûriyeyê jî tevlî wan bûn.
Li gorî amarên nefermî, di şer û pevçûnan de zêdetirî 2000 kesan hatine kuştin ku 789 ji wan sivîlên Durzî ne.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:00