Konsulxaneya Amerîkayê: Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê

Konsula Giştî yê Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Gwendolyn Green li gel rayedarên payebilind ên Amerîka û Herêma Kurdistanê civiya.

18 Îlon 2025 - 10:49
18 Îlon 2025 - 10:49
 0
Konsulxaneya Amerîkayê: Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê

Konsulxaneya Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku di civînê de bipêşketinên di çarçoveya Yadaşta Hevtêgihiştinê ya sala 2022yan de hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, bipêşketinên di warê reformên Pêşmergeyan de jî hatine nirxandin û her du aliyan li ser gavên paşerojê yên ji bo misogerkirina bicihanîna tam a peymanê li hev kiriye.

“Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê”

Konsulxaneya Amerîkayê da zanîn ku “Armanca sereke avakirina hêzeke leşkerî ya yekgirtî û profesyonel e” û daxuyand:

“Her du aliyan pêbendbûna xwe ya bi hewldanên reformên Hêzên Pêşmerge re ducare kir.

Amerîka piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê da ku ji bo her kesî herêmeke ewle, aram û bextewartir ava bikin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 7 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:54:04