Trump: Dibe ku em beriya hilbijartinan êrişî Îranê bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku welatê wî beriya hilbijartinên nîvê serdemê careke din êrişî Îranê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro bersiv da pirsa ajansa Rûdawê li ser egera êrişkirina ser Îranê ya beriya hilbijartinên nîvê serdemê û got:
"Dibe ku em bikin. Mebesta min ew e, em dê bibînin ka çi dibe."
"Artêşa wan têk çûye"
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Bi dîtina min ew bi awayekî xerab têk diçin. Welatê wan bi xerabî têk diçe. Artêşa wan têk çûye. Ti hêza wan a deryayî nîne. Ti hêza wan a asmanî nîne."
Serokê Amerîkayê roja pêncşemê ragihandibû ku ew dê beriya hilbijartinên nîvê serdemê yên 3yê Çiriya Paşîn a 2026 êrişî Îranê nekin.
Enflasyona li Îranê
Serokê Amerîkayê di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de bal kişand ser rewşa aborî ya Tehranê jî û anî zimên:
"Enflasyona wan ji sedî 300 e û ew di rewşeke gelekî xerab de ne."
Li gorî rapora herî dawî ya Navenda Amaran a Îranê, rêjeya enflasyonê ya xal bi xal di meha îlonê de gihîştiye ji sedî 89,8an û li gorî meha berê ji sedî 0,8 zêde bûye.
Aloziyên di navbera her du welatan de
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kiribû û Tehranê jî bi êrişên bi mûşekan û dronan ên li ser Îsraîl û welatên cîran bersiv dabû.
Her du alî li ser gelek mijaran nakok in, di nav wan de “bernameya nukleerê, komên çekdar ên ku Washington wan nêzîkî Îranê dibîne û Tengava Hurmizê” hene.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:09