Amerîka ji bo Kurdistanê wê piştgiriya xwe bidomîne!

Amerîka careke dî ji bo Kurdistanê, piştgiriya xwe eşkere kir û xwest ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî danustandin bidomin.

18 Avrêl 2018 - 03:43
18 Avrêl 2018 - 03:43
 0
Amerîka ji bo Kurdistanê wê piştgiriya xwe bidomîne!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke Amerîkayê pêşwazî kir ku di nava wan de Serokê Mucadeleya bi IŞÎDê re yê koalîsyon Brett Mcgurk, qasidê Amerîkayê yê li Iraqê Doglas Siliman û Andro Pik, alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê ji bo karên Iraq û Îranê û konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Kin Gros hebû.

Şandeyê ji bo dialoga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û vebûna balafirgehan û şandina qismekî muçeyan, keyfxweşiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alîkariya Amerîkayê ya li ser Kurdistanê spasiya xwe pêşkêş kir û got ku dialog û danûstandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de wê berdewam bin.

Ev nûçe bi tevahî 918 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:07:55