Serok Barzanî ji bo Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê weşand
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi munasebeta sersala ola êzdiyan a Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesûd Barzanî di peyamaxwe ya pîrozbahiyê de got: "Bi navê xudê yê mezin û dilovan. Bi munasebeta hatina cejna sersala ola êzdî ya Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwîşk û birayên êzdî yên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim cejna îsal a xwîşk û birayên êzdî rûpeleke nû be ji derbasbûna hemû nexweşiyan û dawîbûna êş û azaran be û bikarin di bin siya aramî û birayetiyê de cejinên xwe pîrozbikin.
Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Cejna Çarşema Sor li hemû xwîşk û birayên me êzdî pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de."
Nûvekirina herî dawî: 06:18:40