Amerîka ji Pêşmerge û Navxwe re: Emê li dijî têkderên aramiyê li gel we hemahengiyê bikin
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê naveroka hevdîtina di navbera berpirsekî payebilind ê leşkerî yê Amerîkayê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyek ji Balyozxaneya Amerîkayê, Kolonel Bagley, Wezîra Parastinê ya Amerîkayê yê payebilind, bi berpirsên payebilind ên Wezareta Navxweyî û hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca civînê "xurtkirina hemahengiya li dijî aktorên xerabkar (Malign actors)ên ku armanca wan têkdana aramiya Iraqê û hedefgirtina binesaziya hesas û girîng a welêt" e.
Balyozxaneya Amerîkayê herwaha ragehand ku Amerîka soza piştgirîkirina hewldanên ewlehiyê û xurtkirina serweriya Iraqê dide.
Ev civîn di demekê de tê ku êrîşên li ser baregehên leşkerî û binesaziyê li Iraq û herêmê zêde bûne û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide ku bi rêya hevkarên xwe yên navxweyî pêşî li van gefan bigire.
Nûvekirina herî dawî: 09:35:56





































































































































































