Handîkapa kurdên bakurê Kurdistanê

4 Berfanbar 2025 - 15:34
4 Berfanbar 2025 - 15:34
 0
Handîkapa kurdên bakurê Kurdistanê

Handîkap yanî seqetiya siyasetmedarên bakurê Kurdistanê ew e ku nikarin li xwe vegerin. Nikarin kêmanî an şaşiyên xwe bibînin. Yên dibînin jî naxwazin bêjin. Ji ber vê lazim e ku her siyasetmedarekî salên1970-80 li xwe vegerin.

Bi aweyekî maqûl rewşa xwe ya berê û niha bidin ber hev. Rewşa xwe li ber çavan derbas bikin. Kêmanî û zêdeyiyên xwe bibînin. Carekê bi seriyek rehet, bi hilmeke fireh bi awayekî ji xwe bawer divê li xwe vegerin.

Li gor min handîkapa me ya herî mezin ew e ku em nikarin, dîroka karê xwe yên siyasî bînin ber çavên xwe û li ser wê bifikirin. Heger em her yek ji me yên nifşê salên 1965-80 wê demê bînin bîra xwe, em ê bikaribin tahlîla xwe bikin. Me çawa dest avêt tekoşîna azadiya gelê xwe? Piştî hukmê leşkerî ya 12 îlon sala 1980 çi hat serê me?

Ji wê rojê heta îro, em bi çi mijûl bûn? Li başûr û rojavayê Kurdistanê me çi kir? Li hemberî hev çawa bûn? Me çi afat û tofan li wir anîn ser hev? Divê ev bi zelalî û bê derew li ser asasê rastiyê, herkes ji xwe û ji hev bikin.

Hatina me ya ewropa, li ser çi asasî bû û gelo me çi kir?

Gelo nakokî û ne li hevkirina me ya ku me bi xwere anîn ewropa çibûn? Ew helwest, ew dijberîya me ya li hemberî hev, li ewropa jî domand, ji ber çi bû? Ev nakokiyên nava me sedema ku piraniya me dest ji karê siyasî û rêxistiniyê berdan çi bû? Ji bo em xwe bi heq jî derxin, piraniya me bûne rexnegirên partiyên siyasî. Bi vê jî karê rêxistiniyê li ber çavên gelekan û endamên partiyên siyasî reşkirin.

Bi vî awayî hevalbendên ku li welêt mabûn jî bê hêvî man. Her çi karê rêxistiniyê di nava wande jî qels bû. Dema ku di nava me de, bêrêxistinê xurt bû. Êdî tekoşîn jî qels ket.

Piştî ku me li ewropa li kêfa xwe nerî, xwedî li hevalên xwe yên zîndanê derneketin. Me gelekan malbatên cangoriyên xwe ji bîr kir. Ew jî bû sedema bêhêvîtiyê ku kete nava dilê malbatên cangoriyên me. Lewra ew jî nema dikarîbûn bi aqilekî selîm bifikiriyan. Piraniya wan cihê xwe di nava hin partiyên ku armanca wan ne azadî û serxwebûna Kurdistanê bû girtin. Ew jî bi serê xwe sosretek bû ku gelek ciwanên me di ber hîçekê de canê xwe dan. Sedema vê, ya girîng jî berpirsê me yên wê demê bûn.

Dem û sal bihurîn, em bûne kal û pîr. Êdî me nema dikarîbûn li kêfa xwe binerin. Ji ber ku her yek ji me bi çend nexweşiyan ketin. Salên me bi ser 70ê ket. Bi gotineke din êdî mirin nêzîkî me bû. Loma tirsa mirinê ji nû de xebatên siyasî û rêxistinî anî bîra me.

Em her yek li gor baweriya xwe li rêxistinekê geriyan. Piştî ku bûne endam û dûre jî bûne berpirs. Aha Li vir me wenda kır. Gelek berpirsan xwe ji nûve weke berpirsên salên heftê dîtin. Xwestin weke demên berê li hember hevalên xwe rawestin.

Ew salmezin û qehremanên salên 1970-80 ji nûde bûne berpirsên rêxistinên ku ew ketin nava wan. Êdî di facebook û li ser internetê dest bi belavkirina wêneyên civînên ku têde beşdarî kiribûn, dikirin. Bi vê jî dixwestin xwe rê bidin ku ew kar dikin.

Zarok û nebiyên xwe dane xwendin, karên baş û hêja li ewropa bi dest xistin. Lê rojek û carekê nehat bîra bav û kalên wan ku zarok û nebiyên bikin endamên partiya xwe. Ji ber salmezinên xwestin ji nûde bibin berpirs, rê nedan ciwanan ku bibin endamê partiya wan.

Ciwanên bûne endam jî ji ber munaqeşe û nokokiyên di nava salmezinên ku tim behsa xwe û xebatên xwe yên berê dikirin, aciz dibûn. Bi vê acizbûnê jî xwe ji partiyê dûr dixistin.

Ji ber vê bû ku êdî partî ma bi salmezimên ku berê ji hev hezne dikirin. Lê ji bona berjewendiyên sexsî weke ji hev hez dikin, berpirsiyariya xwe ya partiyê domandin. Bi vê jî nesekinîn, li ser serê hinên ku ev rewş didan zanîn bûne agir. Xwestin û hewl dan ku pêşî li rexneyan bigirin.

Gotina talî: Gelo wan berpirsên berê ku rêxistinên xwe ji hev belav kirin û bi hev ketin. Rojekê lêborîna xwe xwestin? Gelo carekê ew kesên berê berpirsbûn ku îro jî piraniya wan berpirsin, hesbê hevalên xwe yên zîndanê û malbatên cangoriyên xwe ji xwe pirsîn?

Gelo hat bîra wan ku yên zêde bedel dane û yên bêbedel, li ewropa li kêfa xwe û ya malbatên xwe dinerin ji hev cûda kirin?

Gelo rojekê hate bîra wan berpirsên berê ku hê jî berpirsin kes û endamên xwe yên çalak ji ber xebatên wan pîroz kirine, da ku kêfa wan jî bê?

Bi ser van halane de jî tu nikare kesekî ji wan rexne bike. Kêmanî û şaşiyên wan bîne zimên. Heger mirov zêde here dikare mirov ji partiyê jî bavêjin. Ji ber ku ew berpirsin!!!

Ew berpirsin. Lê gelo ji endamên xwe bêtir heqê nedametiya xwe didin û ji wan bêtir di warê aborî de ji partiya xwe re dibin alîkar?

Pir tişt hene ku divê mirov bêje binivîsîne. Hêvîdarim ku min bi çend nokteyên asasî rewş hinekî zelal kir ku divê berpirsên berê ku piraniya wan yên niha ne jî vê rewşê didin ber çavên xwe. Qels û zanan ji hevdu veqetînin. Bîrewir û jîran binasin. Xebatkar û çalakvanan nas bikin. Da ku karê partiyên siyasî jî baş here…

Heger em bixwazin bi vî halê xwe jî karên ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe bikin, divê em dest bidin hev. Ji ber kêmanî û şaşiyên me li hember hev û gelê xwe kirine, lêborînê bixwazin da ku em ji hev bawer bin.

Di rêxistinekê de bawerî, xweşbinî, xwe ragirî, durustî û li xwe rexnegirî girîng e. Rastiya xwe qebûlkirin û pêşiya ciwanan vekirin lazim e. Ji bona vê jî divê her berpirs an serokek berê zarokên xwe bikin endam da ku mirov êdî dozê li kesên din jî bike.

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
142 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:01:49