Amerîka: Rêkeftina HSD û Şamê yekrêzî û serweriya Sûriyeyê xurt dike

Ofîsa Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk derbarê rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew bi piştgiriyê didin pêkanîna serkeftî ya wê "rêkeftina dîrokî" ve.

31 Çile 2026 - 10:14
31 Çile 2026 - 10:14
 0
Amerîka: Rêkeftina HSD û Şamê yekrêzî û serweriya Sûriyeyê xurt dike

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyê de, amaje bi wê yekê kir ku ew dê karkirina nêzîk a li gel hemû aliyan bidomînin da ku hêsankirina pêvajoya tevlîkirina hêzan bi awayekî rêkûpêk û bê derengî pêk were.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, "Ev rêkeftin dê yekrêzî, serwerî û aramiya Sûriyeyê xurt bike, ev jî di berjewendiya hemû xelkê wî welatî de ye."

Washingtonê derbarê rola welatên herêmê jî diyar kir:

"Em bi hevahengiya nêzîk a li gel hevkarên xwe yên herêmî amade ne ji bo ku ev qonaxa veguhêz bi awayekî aştiyane û bibandor bi pêş ve here da ku aştî û xweşguzeraniya berdewam li seranserê Rojhilata Nêzîk pêk were."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, Amerîka ji bo Sûriye û tevahiya herêmê li hêviya paşerojeke geştir e.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:07:07