Amerîkayê êrişa li Kormorê şermezar kir

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê "bi tundî" şermezar kir.

28 Mijdar 2025 - 11:46
28 Mijdar 2025 - 11:46
 0
Amerîkayê êrişa li Kormorê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê Joshua Harris bi rêya telefonê li ser êrişa şeva borî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê axivîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê, "bi awayekî herî tund, êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir."

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku "divê hewl were dayîn ku li Herêma Kurdistanê jî rêkar û pêdiviyên xweparastinê yên li dijî van cûre êrişan werin dabînkirin û bihêzkirin û ew kesên ku li pişt wan êrişên terorîstî ne werin eşkerekirin û radestî yasayê bên kirin."

Şeva Çarşemê nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Di encama êrişê de agir bi depoyeke mezin a qadê ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, nêzîkî demjimêr 09:00ê vê sibehê agir bi temamî hatiye kontrolkirin.

Ji ber êrişê şandina gazê ji bo wan stasyonên ku bi gazê kar dikin hat rawestandin, ev yek jî bû sedema kêmbûna ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê.

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:54:48