Nêçîrvan Barzanî: Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û pêkvejiyana Kurdan girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Desteya Serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.

28 Mijdar 2025 - 11:45
28 Mijdar 2025 - 11:45
 0
Nêçîrvan Barzanî: Li Rojavayê Kurdistanê yekrêzî û pêkvejiyana Kurdan girîng e

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di civînê de Desteya Serokatiya ENKSyê behsa pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurd û pêkhateyên din kirin.

Her wiha behsa rola ENKSyê ya di pêvajoya siyasî û dan û standinan de hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser pêwîstiya yekrêzî û têgihiştina aliyên Kurdî kir û dubare kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê bibe piştgir û alîkarê pêvajoya dan û standinan.

Nêçîrvan Barzanî her wiha pêkvejiyan û parastina mafên hemû pêkhateyan wekî bingeha aramî û bipêşketina welêt pênase kir.

Li aliyê din, Desteya Serokatiya ENKSyê ji bo rola berdewam a Nêçîrvan Barzanî ya di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê spasiya xwe anî zimên.

Rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:30:28