Amerîkayê li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê yên di navbera hêzên Şamê û Asayîşê de daxuyaniyeke taybet da ajansa Rûdawê.

24 Berfanbar 2025 - 10:12
24 Berfanbar 2025 - 10:12
 0
Amerîkayê li ser şerê li Helebê daxuyanî da

Washingtonê bangî aliyan kir ku aram bin û da zanîn ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ji bo diyalogê di nav hewldanan de ye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê aloziya ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bûye sedema windahiyên canî ji Rûdawê re axivî.

Rayedarên wezaretê tekez kir ku divê tundiya li herêmê were rawestandin û alî vegerin ser peymana ku meha Adarê li ser hatibû lihevkirin.

"Divê hemû alî aram bin"

Di daxuyaniya wezaretê de hat xwestin ku aktorên li qadê şer rawestînin û wiha hat gotin:

"Em bipêşketinê li Helebê dişopînin. Em bangî hemû aliyan dikin ku aram bin û aloziyê zêdetir gur nekin."

Tom Barack ji bo diyalogê ket dewrê

Hat diyarkirin ku xebatên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barack ên ji bo xurtkirina pêwendiya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çareserkirina krîzê berdewam in.

Washingtonê piştrast kir ku Barack rola hêsankirina hevdîtinên di navbera her du aliyan de didomîne.

Roja duşemê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) de şer derketibû.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, di encama wî şerî de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.

Piştî şer û pevçûnan, derengiya şeva duşemê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyên cuda ragihand ku şer rawestiyaye û ew pabendî agirbestê ne.

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:30:58