Artêşa Amerîkayê: Balafireke me ya sotemeniyê li Îraqê ket
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafireke artêşa Amerîkayê ya cureyê KC-135 ku taybet e ji bo sotemenîdayîna li asman, li ser axa Îraqê ketiye xwarê.

Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên Amerîkayê di navenda operasyona "Xezeba Destanî" ya li dijî Îranê de ne.
CENTCOMê ragihand ku du balafir di nava bûyerê de bûne.
Yek ji balafiran li herêmên rojavayê Îraqê ketiye xwarê lê balafireke din kariye bi silametî li baregeheke leşkerî dakeve.
Fermandariya Navendî tekez kir ku têkçûn û ketina balafirê ne ji ber "teqeya dijmin" an jî "teqeya dostane" bûye.
Yanî ji aliyê ti hêza derve an jî Îraqî ve nehatiye xistin. Ev yek nîşan dide ku dibe ku bûyer ji ber pirsgirêkeke teknîkî pêk hatibe.
CENTCOMê eşkere kir ku niha tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê yê li rojavayê Îraqê mijûlî kar in da ku balafirê bibînin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê her wiha daxwaz ji medyayê û raya giştî kir ku sebir bikin heta ku hûrgiliyên zêdetir werin komkirin û zanyarî bi awayekî rast bigihîjin malbatên wan leşkerên ku di nav balafirê de bûne.
Ji destpêka şerê 28ê Sibatê ve ev duyemîn bûyera windabûna balafira hêzên Amerîkayê yên li herêmê ye.
Li aliyê din, CENTCOM soz daye ku dê di demek nêzîk de raporeke temam li ser sedemên vê bûyerê belav bike.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:57









































































































































































