Dema destpê kirina geştên esmanî yên Hewlêr û Tehranê hat aşkera kirin!

Dîplomatkarek Îranê dema destpê kirina geştên esmanî yên Hewlêr û Tehranê aşkera kir.

17 Avrêl 2018 - 07:26
17 Avrêl 2018 - 07:26
 0
Dema destpê kirina geştên esmanî yên Hewlêr û Tehranê hat aşkera kirin!

Li gor nûçeya ajansa İSNA ya fermî ya Îranê konsolê Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî ragehand, heftiyê du geştên esmanî di navbera balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Tehranê de dê pêkbên û dê hewl bidin wan geştan zêde bikin.

Murteza Ebadî ragehand, roja 27.04.2018ê geştên esmanî yên di navbera paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û paytexta Îranê Tehranê de dê destpê bikin.

Derbarê geştên esmanî yên di navbera Silêmanî û Tehranê de jî konsolê Îranê yê li Hewlêrê ragehand, razîbûn hatiye wergirtin û şîrketa balefirvaniyê mijûlê amadekariyan e bo destpê kirina geştan û dema amadekarî temam bûn dema destpê kirina wan geştan jî dê bê ragehandin.