Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rê û pira Tuwequtê li parêzgeha Helebce datîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequt datîne.

22 Sibat 2024 - 04:27
22 Sibat 2024 - 04:27
 0
Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rê û pira Tuwequtê li parêzgeha Helebce datîne

Nivîsgeha Ragihandin ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja pêncşemê 22.02.2024 serdana parêzgeha Helebceyê dike.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li demjimêr 13:00ê piştî nîvro dê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequt deyne.

Pira Tuwequtê, projeyek girîng û stratejîk e, ji sala 2008ê ve hatiye dîzaynkirin û parêzgeha Helebce û devera Germiyanê bi hev ce girê dide.

Dirêjiya pira Tuwequtê bi qasî 350 metre dibe û bi xerciya zêdetirî 31 milyar dînar dê were cîbicîkirin.