Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya El-Mada kir

Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Adara 2024an pêşwazî li Serokê Saziya El-Meda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.

12 Adar 2024 - 13:59
12 Adar 2024 - 13:59
 0
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya El-Mada kir

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî hewla terorkirina Fexrî Kerîm a meha borî li Bexdayê şermezar kir û hêviya saxlemiyê jê re xwast. Herwiha Hêvî xwast ku ew di xizmeta karûbarên çandî û rewşenbîrî ya Iraqê û aştî û tebayîyê de berdewam be.

Her di vê hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya aramî, yekrêzî û hevpariya di navbera Iraqiyan de kirin.