Serok Barzanî: Serxwebûn, ji Kawa heta îro mafê Kurdan e!
Serok Barzanî got ku serxwebûna Kurdistanê, ne mafê hinekan e ku bidin Kurdan; Serxwebûn mafekî Kurdan ê heq e ku ji Kawa heta îro Kurd li serê şêrr dikin.
Li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê Kongreya Heştemîn ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê tê lidarxistin.
Di kongreyê de Serok Mesûd Barzanî axaftinek kir û got ku wekî endamên Yekîtiya Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê, di şoreşên Êlûn û Gulanê de me nehişt ku sivîl zerarê bibînin û me Kurdistan bi mêranî parast. Ji ber ku hinek îqtîdar û hukûmetan em wekî birayan jî û wekî cîranan jî qebûl nekirin, em mecbûr man ku bi wan re şer bikin.
Di pêvajoya referandûmê de ji bo ku Iraqeke nû were avakirin û pirsgirêk werin çareserkirin, em çûne Bexdayê û li gorî makezagonê, me cîrantî teklîfî wan kir. Di hevdîtinan de Rahmetiyê Nûşîrewan Mustafa, Yekgirtû, birayên me yên Tûrkmen û Fileh hemî jî hebûn. Ne duh ne îro û ne jî di pêşerojê de me çek û sîleh wekî rêbaz qebûl nekirin. Me negot hema em ê îro serxwebûnê îlan bikin.
Barzanî wiha dewam kir: “Serxwebûna Kurdistanê, ne mafê hinekan e ku bidin Kurdan; Serxwebûn mafekî Kurdan ê heq e ku ji Kawa heta îro Kurd li serê şêrr dikin.”
Barzanî got ku ev yek hatiye îspatkirin: “Ku PDK hêzdar be, Kurdistan jî hêzdar e. Em li ser sê prensîban disekinin; li Iraqê di hukûmetê de hevkariya jidil, wekhevî û denge. Heke hevkarî, ne li gorî van prensîban be, em di hukûmetê de cih nagirin.”