Serok Barzanî û Bafil Talebanî pirsa Serokomarê Iraqê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî civiyan û çend pirsên niha yên navxweya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin.

20 Tîrmeh 2022 - 07:24
20 Tîrmeh 2022 - 07:24
 0
Serok Barzanî û Bafil Talebanî pirsa Serokomarê Iraqê gotûbêj dikin

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, di civînê de Serok Barzanî û Bafil Talebanî gotûbêjan derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û kandîdê postê Serokomarê Iraqê de dikin.

Ev civîn di demekê de ye, rewşa siyasî ya iraqê bi giştî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û aliyên siyasî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta iraqê û kandîdên postên Serokomar û Serokwezîr de negihîştine ti rêkeftinekê.