Serokê Partiya Welatparêzên Azad a Lubnanê: Hêvîdar in Kurd bibin xwedî dewlet

Serokê Partiya Welatparêzên Azad a Lubnanê dibêje, ew hêvî dike ku Kurd bibin xwedî dewletek ku ji Kurdan li seranserê cîhanê re bibe penageh.

6 Tîrmeh 2023 - 08:56
6 Tîrmeh 2023 - 08:56
 0
Serokê Partiya Welatparêzên Azad a Lubnanê: Hêvîdar in Kurd bibin xwedî dewlet

Serokê Partiya Welatparêzên Azad a Libnanê Kemîl Şemûn ji ajansa K24ê re ragihand, divê Kurd bi hev re kar ji bo rûbirûbûna kêşeyan bikin, ji ber ku ew li piraniya welatan di bin fişarê de ne.

Got: “Pêwîst e kêmnetewe û bi taybet Kurdên ku li ser çar welatan de hatine dabeşkirin, werin parastin. Em hêvîdar in ku ew bikarin dewletekê ava bikin ku ji bo hemû kurdan bibe penagehek. Her wiha kar ji bo dabînkirina paşerojekê bikin ku Kurdan bi hev ve girêbide û rûbirûyê kêşeyan bibin, bi taybetî li Îran û Tirkiyê di bin fişarê de ne.”