Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê nû yê Çînê li Herêma Kurdistanê civiyan

Serokwezîrê Heêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

16 Cotmeh 2023 - 09:21
16 Cotmeh 2023 - 09:21
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê nû yê Çînê li Herêma Kurdistanê civiyan

Di hevdtînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Çînê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwast.

Konsulê Giştî yê Çînê, pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê bilind nirxand û bi kurtî behsa kar, çalakî û projeyên wan ên li Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warên geşekirina veberhênanê, pevguhertina bazirganî, perwerde û parastina jîngehê de.