Bahçelî: Divê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe.

Devlet Bahçelî eşkere kir ku û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî bê berdan.
Wî her wiha diyar kir ku divê darizandina şaredariyên CHPyê di çiriya paşîn de bi dawî bibe.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji rojnameya Sabahê re axivî û behsa pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê kir.
“Divê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe”
Devlet Bahçelî li ser pirsa “Di çarçoveya xebatên ‘Tirkiyeya Bêteror’ de sererastkirinên yasayî dê çawa bin?”, amaje bi rewşa Ahmet Turk û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê girtî kir û got:
“Niha em gihîştine qonaxa ku em bêjin pêwîstiyên jiyana bi hev re çi ne. Komîsyona li parlamentoyê xebata xwe bi awayekî berhemdar didomîne.
Ahmet Turk, Şaredarê Mêrdînê bû lê ji erkê xwe hat dûrxistin. Ew yek ji wan kesan e ku ji bo aştiyê di avakirina diyalogên bi PKKyê re cih girtiye.
Li hemberî rewşeke wisa divê Ahmet Turk vegere ser erkê xwe. Ev dê bibe alîkar ji bo pêşketina hesta biratî û aştiyê.
Her wiha Ahmet Ozer jî wisa ye. Eger Tirkiyeyê dest bi pêvajoya aştiyê divê Ahmet Ozer bê berdan.
Eger gendelî hebe, ew mijareke cuda ye û divê cezayê pêwîst bigire. Divê em van her du mijaran ji hev cuda bikin.”
“Darizandina şaredariyên CHPyê”
Bahçelî derbarê serokên şaredariyên CHPyê de jî bal kişand ser wê yekê ku divê di Çiriya Pêşîn de darizandinên wan bi dawî bibin û eger ne sûcdar bin bên berdan.
Devlet Bahçelî pêvajoya çareseriyê wekî polîtîkayeke dewletê bi nav kir û got eşkere kir ku ew wekî MHPyê ti carî ji ber vê pêvajoyê nekevine nava fikara gelo em dê dengên xwe winda bikin an na.
Serokê MHPyê di berdewamiyê jî de got, “Aştî ne çûkekî yekbaskî ye. Ji bo ku aştî bifire, divê baskê wê yê duyemîn jî hebe.
Baskê yekem ê aştiyê ji aliyê Ocalan ve hat pêkanîn; PKK hat fesixkirin û çek hatin danîn. Niha em gihîştine qonaxa ku divê şertên jiyana bi hev re çi bin.”
“Divê hemû pêkhateyên PKKyê guh bidin Ocalan”
Bahçelî li ser pêşhatên li Sûriyeyê û bandora wan a li ser pêvajoyê jî rawestiya û got ku divê hemû hêzên girêdayî PKKyê li gorî biryara Ocalan tevbigerin.
Serokê MHPyê tekez kir ku divê hemû komên girêdayî PKKyê pêbendî gotinên Ocalan bin û got:
“Damezrînerê PKKyê Ocalan, di 27ê Sibatê de daxuyaniyek da. Wî xwe gelekî zelal ji civakê û ji girseya xwe re îfade kir û li pişt gotina xwe sekinî. PKK hat fesixkirin û çek hatin danîn.
Ji ber vê yekê, PKK û pêkhateyên girêdayî wê li ku dibin bila bibin, neçar in ku pêbendî Ocalan bin, rêzê jê re bigirin û li gorî telîmatên wî tevbigerin.
Rêyeke cuda girtin, wekî ketina bin kontrola derdorên ji bilî Ocalan tê qebûlkirin.
Di rewşeke wiha de, em ê jî biryardariya xwe ya li ser cîbicîkirina biryarên Ocalan bidomînin.”
Derbarê mijarên din de
Bahçelî her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Serokkomar Erdogan a di hilbijartinên 2028an de ducare kir û got, "Di pêşerojê de şert û merc çi dibin bila bibin, ez alîgirê wê yekê me ku Birêz Serokkomar li ser erka xwe bimîne."
Wî rexne li helwesta CHPyê ya li hemberî biryarên dadgehê girt û got, "Divê rêz li hiqûqê bê girtin. Tiştekî wekî 'em biryara dadgehê nas nakin' nabe."
Nûvekirina herî dawî: 13:31:26