Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên din ên siyasî yên Sûriyeyê re gotûbêjan bike.

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên din ên siyasî yên Sûriyeyê re gotûbêjan bike.
Ev bang piştî wê yekê hat ku HSD û hikûmeta Şamê hevdu bi êrişên li rojhilatê Helebê tometbar kirin.
Di du daxuyaniyên dijber de, HSD hêzên girêdayî hikûmeta Şamê bi êrişa ser pêgehên xwe yên li rojhilatê Helebê tometbar kir.
Ji aliyê din ve, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê HSD bi bombebaranekê tometbar kir ku li bajarê Meşkaneyê bûye sedema kuştina du sivîlan û birîndarbûna sê kesan.
"Ji be pevçûnan em dilgiran dibin"
Li Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, Berdevkê Sekreterê Giştî bang li hikûmeta Şamê kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric ji ajansa Rûdawê re got:
"Bê guman, her ku pevçûnên navxweyî li Sûriyeyê berdewam dikin em dilgiran dibin.
Pêwîst e hikûmet misoger bike ku nûnetiya hemû Sûriyeyan dike û ew xwe bi ewle hîs dikin.
Em hikûmeta Sûriyeyê teşwîq dikin ku ji bo yekrêziya welêt gotûbêjên xwe yên bi hêzên din ên siyasî re bidomîne."
Ev yek wekî daxwazeke zelal a Neteweyên Yekbûyî ji Şamê re tê dîtin ku pirsgirêkên xwe yên bi HSDyê re bi rêya diyalogê çareser bike.
Tometên roja pêncşemê yên HSDyê, tenê çend hefte piştî wê yekê tên ku pêkhateyeke din a Sûriyeyê, Durzî, çekdarên girêdayî Şamê bi kuştina endamên xwe tometbar kiribûn.
Şamê ew tomet red kiribûn û êrişa li ser Durziyan şermezar kiribû.
"Divê Kurd bibin hevparên Amerîkayê"
Şêwirmendê berê yê terorê yê Koşka Spî Christopher Costa, balê dikişîne ser girîngiya mana Kurdan wekî hevparê Amerîkayê.
Christopher Costa ji Rûdawê re got, "Ez dixwazim gelê Kurd û hikûmeta Kurdî di her cure hewldanê de bibin hevparên Amerîkayê. Şerê li dijî terorê yek ji wan hewldanan e ku gelekî gelekî girîng e."
Daxwaza wî berpirsê berê yê Koşka Spî di demekê de tê ku Amerîka 24emîn salvegera êrişên terorîstî yên li ser New Yorkê bibîr tîne ku di encamê de nêzîkî sê hezar kesî li ser xaka Amerîkayê canê xwe ji dest dabûn.
Nûvekirina herî dawî: 13:32:23