Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotineke Pervîn xanimê
Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kir. Piştî civînê, Pervîn Buldan ragihand, ew derbasî "qonaxa duyem" bûne û daxwaza "Yasaya Aştiyê" kir. Devlet Bahçelî jî piştgiriya xwe ya tam ji bo gotinên Buldanê nîşan da.

Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk tê, doh 12ê Berçileyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî civiya.
Buldan: Pêdiviya me bi "Yasaya Aştiyê" heye
Piştî civînê, Pervîn Buldan daxuyaniyek da û diyar kir, civîneke gelekî berhemdar û bi qîmet encam dane. Buldan aşkere kir ku wan zanyarî derbarê hevdîtina 2ê Berçileyê ya li Îmraliyê û nîqaşên piştî wê de, dane Bahçelî.
Buldan got: "Me qonaxên proseyê gotûbêj kirin. Bi dîtina me, divê em li ser zemîneke nû an jî qonaxeke nû pêngavan biavêjin. Pêwîst e em bêjin ku em derbasî qonaxa duyem bûne. Di qonaxa duyem de pêdiviya me bi zemîneke yasayî û hiqûqî heye. Helbet divê ev rêkarên yasayî bibin 'Yasaya Aştiyê'; em bi taybetî vê yekê tînin ziman."
Buldan diyar kir, wan hêviyên xwe yên derbarê yasayê de ji Bahçelî re vegotine û daxwaza alîkariyê jê kirine. Buldan got: "Jixwe Birêz Bahçelî ji destpêka proseyê ve alîkariyên gelekî bi qîmet kirine, em ji dil bawer in ku dê ji niha û pê ve jî berdewam be."
Bahçelî: Ez hemû gotinan erê dikim
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî daxuyaniya Buldanê, bi awayekî kurt û zelal piştgiriya xwe nîşan da û got:
"Pervîn Xanimê her mijar bi zelalî anî ziman. Ez îmzeya xwe davêjim bin her gotineke wê."
Nûvekirina herî dawî: 12:07:43







































































































































































