Îsraîlê li başûrê Libnanê da, kuştî hene
Li başûrê Libnanê di êrişên asmanî yên Îsraîlê de motorsîkletek û du wesayît hatin hedefgirtin û 3 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku êrişeke Îsraîlê li bajarokê Yaterê yê navçeya Bînt Cubeylê motorsîkletek kiriye hedef û di vê êrişê de kesek miriye û kesek jî birîndar bûye.
Wezaretê da zanîn, li bajarokê Cûeyayê (Jouaiya) yê Sûrê jî droneke Îsraîlê li otomobîlekê xistiye û kesekî din jî li wir miriye.
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî (NNA) ragihand ku li parêzgeha Nebatiyeyê, li navbera bajarokên Safed El-Betîx û Beraşîtê dronan wesayîtek kiriye armanc û kesek miriye.
Daxuyaniya Îsraîlê
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan di êrişên cuda yên li Yater û Bînt Cubeylê de 2 endamên Hizbulahê kuştine.
Artêşê ragihand ku wan nîvro êrişeke sêyem biriye ser endamekî din ê Hizbulahê û encamên wê êrişê "tên lêkolînkirin."
Hizbulahê heta niha derbarê daxuyaniya Îsraîlê de tiştek negotiye.
Hişyariya "êrişa berfireh"
Ev êriş di demekê de pêk hatin ku raporên derbarê hişyariyên aliyên Ereb û navneteweyî yên ji bo Libnanê belav dibin.
Tê gotin ku Îsraîl amadehiya êrişeke berfireh a li ser Libnanê dike.
Sala borî piştî şerekî zêdetirî salekê, di navbera Tel Evîv û Beyrûtê de agirbest hatibû ragihandin.
Di wî şerî de zêdetirî 4 hezar kesan hatibûn kuştin û 17 hezar kes jî birîndar bûbûn.
Li gorî agirbestê, diviyabû artêşa Îsraîlê ji başûrê Libnanê vekişiya lê hîn behsa hebûna wê ya leşkerî tê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:52:31



































































































































































