Bahçelî: Yek ji mixetabên herî cidî Îmrali ye

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî piştî serdana şandeya Komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got, "Yek ji mixetabên herî cidî Îmrali ye."

25 Mijdar 2025 - 15:47
25 Mijdar 2025 - 15:47
 0
Bahçelî: Yek ji mixetabên herî cidî Îmrali ye

Şandeya Komîsyona Pêvajoyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê pêk tê, doh ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Îmraliyê.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe de li ser vê mijarê daxuyanî da.

Devlet Bahçelî diyar kir ku biryara çûna Îmraliyê ya şandeya Komîsyonê "gaveke dîrokî" ye.

"Bila dawiya me jî bidarvekirin be"

Bahçelî her wiha daxuyand kir ku yek ji mixetabên herî cidî yên pêvajoyê Îmrali ye û got:

"Binêrin, ez di vî temenê xwe de bi mêranî diqîrim, eger miletê Tirk aştî û aramiyê bibîne, eger teror bi awayekî mayînde ji jiyana me derkeve bila dawiya me jî bidarvekirin be.”

Bahçelî di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku pêvajoya niha polîtîkaya dewletê ye û eger ji darizandinê bitirsiyana pirsgirêkeke wiha gotûbêj nedikirin û got:

“Kesên ku dibêjin paqijbûna Tirkiyeyê ji terorê min eleqedar nake, hemû bi hev re suîqestçî ne.

Çavkaniyên cudaxwaziyê ziwa dibin, ew ji vê ditirsin. Komploya emperyalîst a sedsal û nîvî bi erdê re dibe yek ku li ser dijminkirina Tirk û Kurdan hatiye avakirin.

Ji ber vê yekê, bi wîjdanên xwe yên tevizî lîstikên xwe yên dawî dileyîzin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:09:58