Balafireke leşkerî ya Rûsyayê ket, 29 mirî

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke veguhastina leşkerî ya cureyê Antonov-26 (An-26) li Nîvgirava Qirimê ketiye.

1 Avrêl 2026 - 10:37
1 Avrêl 2026 - 10:37
 0
Balafireke leşkerî ya Rûsyayê ket, 29 mirî

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezaretê, 31ê Adarê derdora demjimêr 18:00an (bi dema Moskowê) pêwendiya bi balafira veguhastina leşkerî re qut bûye.

Hat diyarkirin ku balafirê di qada asmanî ya Nîvgirava Qirimê de firîneke asayî dikir.

23 leşker û 6 xebatkarên balafirê mirin

Piştî bûyerê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn herêmê û gihiştin bermayiyên balafira cureyê An-26.

Di lêkolînên destpêkê de hat piştrastkirin ku 6 xebatkarên balafirê û 23 leşkerên ku di balafirê de bûn nefilitîne.

Sedem: Pirsgirêka teknîk

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku di lêkolînên destpêkê yên li ser enqaza balafirê de ti nîşana "midaxeleyeke derve yan êrişê" nehatiye dîtin.

Rayedarên ku lêpirsînê dikin, li ser îhtîmala ku sedema sereke ya qezayê pirsgirêkeke teknîk be radiwestin.

Li ser bûyerê dest bi lêkolîneke berfireh hatiye kirin.

Li Deryaya Reş liv û tevger zêde ye

Ev qeza, di demeke wiha de çêbû ku artêşa Rûsyayê ji ber alozîya jeopolîtîk a ku ji ber zêdebûna şerê li Rojhilata Navîn derketiye, çalakiyên xwe yên leşkerî yên li herêma Deryaya Reş û Qirimê gihandine asta herî bilind.

Qirim wekî yekê ji navendên lojîstîk ên herî girîng ên operasyonên Rûsyayê yên li herêmê tê zanîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:40:20