Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 9 mirî û 28 birîndar hene

Di êrişa asmanî ya Rûsyayê ya li Kîeva paytexta Ukraynayê de li gorî agahiyên destpêkê 9 kes mirin û 4 ji wan zarok 28 kes jî birîndar bûn.

1 Tebax 2026 - 10:25
1 Tebax 2026 - 10:25
 0
Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 9 mirî û 28 birîndar hene

Şaredarê Kîevê Vitaliy Kliçko bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê bi şev bi mûşekên balîstîk êrişî paytextê kiriye.

Kliçko diyar kir ku êriş bi dema herêmî saet 02:36an dest pê kiriye û li herêmên cuda yên Kîevê zerer çêbûye.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ku Kliçko dane, di êrişê de 9 kes mirine û ji 28 birîndaran 4 jê zarok in.

Saziya Rewşên Bilez a Dewletê ya Ukraynayê (DSNS) ragihand ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li 5 taxên cuda yên Kîevê xebatên xwe didomînin.

Artêşa Ukraynayê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên asmanî yên Rûsyayê yên li ser welêt berdewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 68 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:14