Rûsya: Divê li Sûriyeyê berjewendiyên Kurdan li ber çavan bên girtin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zakharovayê ragihand divê li Sûriyeyê berjewendiyên hemû pêkhateyan û bi taybetî yên Kurdan li ber çavan werin girtin.

19 Sibat 2026 - 11:15
19 Sibat 2026 - 11:15
 0
Rûsya: Divê li Sûriyeyê berjewendiyên Kurdan li ber çavan bên girtin

Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsa Rûdawê.

Maria Zakharovayê got, "Em bawer dikin ku rêya gihîştina aramiyeke demdirêj li rojhilatê Feratê û tevahiya Sûriyeyê, bi rêya diyalogeke berfireh dibe."

"Divê berjewendiyên Kurdan werin parastin"

Zakharovayê diyar kir ku divê di her peymanê de "berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û olî, ku bêguman Kurd jî di nav de ne" parastî bin.

Wê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku divê "rêzeke bêmerc ji serweriya Sûriyeyê û parastina yekparçeyiya axa wê re bê girtin."

Zakharova derbarê agirbesta ku 30ê Kanûna Paşîn di navbera HSD û Şamê de hatibû îmzekirin jî axivî û got:

"Em hêvîdar in ku herêmên bakurrojhilat vegerin nav çarçoveya yasayî ya dewleta Sûriyeyê û hemû xalên nakok bi serkeftî bên derbaskirin."

Zakharovayê da zanîn ku pêkanîna van peymanan dê bibe sedema parastina jiyana sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:00:32