Balafirên şer ên Tirkiyeyê Rojava bombebaran kirin

Balafirên şer ên hêza hewayî yên Tirkiyeyê herêma Qereçox a Dêrika Rojava bombebaran kirin.

25 Avrêl 2017 - 03:21
25 Avrêl 2017 - 03:21
 0
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Rojava bombebaran kirin

Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên artêşa Tirkiyeyê seet li dora 02:30an êrîşî herêma Şengalê kirin û gundên girêdayî wê Kesre û Amude bombebaran kirine û herwiha herêma Dêrikê Qereçox û 4 gundên girêdayî wê jî bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên berdest balafiran li herêma Şingalê 5 cih bombebaran kirine û ziyana herêma ku hatiye bonbebarankirin nayê zanîn.

Herwiha Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê jî derbarê êrişa herdu herêman de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku balafirên şer ên hêza hewayî ya artêşê şevê din seet li dora 02.00an êrişa hewayî birin ser çiyayê Sincar ê bakurê Iraqê û herêma çiyaye Qereçox a Rojavayê Sûriyeyê.

Ev nûçe bi tevahî 1432 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:40:20