Balafirên tirk herêma Kanî Masê bombebaran kirin

Balafirê şer ên Tirkiyeyê herêma Masê Kanî yê girêdayê navçeya Amediyeyê ya Duhokê yê Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

14 Çile 2017 - 10:10
14 Çile 2017 - 10:10
 0
Balafirên tirk herêma Kanî Masê bombebaran kirin

Li gorî ragihandin Rûdawê, 2 balafirê şer ên tirk doh êvarê herêma Kanî Masê bombebaran kirine û di encamê de jî 4 malên niştecihên herêmê hilweşiyane.

Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatin wergirtin windayî yên canî tine ne, lê gelek ziyan gihîştine mal û milkên gundiyan.

Li gundê Seferiyê ku doh êvarê ji aliyê balafirên tirk ve hat bombebarankirin 15 kîlometro dûrî herêma Kanî Masê ye.

Herwiha Artêşa tirk bi hinceta çeperên PKKê gelek car herêmê bombebaran dikin. Ji ber vê yekê gelek gundên li herêmê hatine valakirin.

Ev nûçe bi tevahî 2358 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:47:00