Talebanî di salên 90î de wiha rexne li PKKê girtiye: PKK dixwaze Tirkiye êrişî Kurdistanê bike!
Derket holê ku Setkreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî rexneyên tûj li PKKê girtiye û gotiye, PKK mafên kurdan nas nake û dixwaze Tirkiye êrişî Herêma Kurdistanê bike!
Di tomareke vîdyoyî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, ku di salên 90î yên sedsala borî de hatiye tomarkirin û Talebanî tê de bi înglîzî dipeyîve, Talebanî bi tundî êrişî PKKê dike û dibêje, PKK mafên gelê kurd nas nake û ziyanê digihîne xebata me. PKK hinek caran gazî rojnamevanên Tirkiyê dike û wan tîne Kurdistana Iraqê da ku bi rêya wan ji hikûmeta Tirkiyê re bêje “va kampên me li Kurdistana Iraqê ne” bo ku Tirkiye êrişî Herêma Kurdistanê bike û bi vî rengî dixwaze têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê xirab bike.
Mam Celal, ku niha nexweş û di nav nivînan de ye, her wiha gotiye, hûn bixwe dizanin ku em niha her alîkariyekî ji Tirkiyê distînin. Ew karê ku PKK dike dibe sebeba qutbûna wan alîkariyan ev jî mezintirîn xizmet e bo Sedam Husên.
Talebanî daye zanîn ku ew dikarin bi belge nîşan bidin ku sê sal in PKK û Sedam Husên li hev kirine û li dijî xelkê Kurdistanê alîkariya Sedam kiriye.
Derheqê wan rexne û gotinên Talebanî de, çavdêrê siyasî Dr. Nasih Xefûrî ji BasNewsê re got, rast e Talebanî ew tişt gotibûn. Jixwe wê demê Cemîl Bayik (hevserokê KCKê) dabû zanîn ku Talebanî tiştên wisa gotiye.
Wî çavdêrê siyasî di bersiva pirsê de jî ku gelo siyaseta PKKê ya wê demê û niha çiqasî ferq kiriye, got, siyaseta PKKê niha xirabtir bûye çimkî wê demê, qet nebe, PKKê behsa Kurdistana mezin dikir lê niha êdî li gorî berjewendiyên dijminan xebat dike, hebûna PKKê li Şingal, Qendîl û Germiyanê bo bicîhanîna berjewendiyên Îran û neyarên kurdan e.
Li gorî agahiyên wî çavdêrê siyasî, PKK dema sala 1982 derbasî Başûr bû, Serok Barzanî cih da wan û wek mêvan li wan xwedî derket. Lê wan xencer li Kurdistanê dan û dest bi derxistina fitnê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 10:11:11