Serokwezîr Barzanî û Koordînatorê Serokatiya Amerîkayê pêwendiyeke telefonî pêkanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ji Koordînatorê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê bo Jêrxana Cîhanî û Asayîşa Enerjiyê Amos Hochstein jê re gihîşt.

20 Çile 2023 - 07:19
20 Çile 2023 - 07:19
 0
Serokwezîr Barzanî û Koordînatorê Serokatiya Amerîkayê pêwendiyeke telefonî pêkanî

Di pêwendiya telefonî de Serokwezîr behsa serdana xwe ya herî dawî ya Bexdayê ya di roja 11ê Çileyê de û civîna ligel Serokwezîrê Federal û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dubare kiriye, bi taybetî hewlên amadekariya yasaya petrol û gazê ya federal li gor destûra Iraqê.

Li ser vê mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye, heta dema ku yasaya petrol û gazê ya federal derbiçe, Hikûmeta Herêmê hevahengiya ligel Bexdayê dike ji bo berdewambûna berhemanîn û pêşvebirina sektora xwe ya enerjiyê.

Koordînatorê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê kurteyek derbarê serdana van çend rojên dawî yên bo Bexda û Hewlêrê pêşkêş kiriye, herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya nehiştina astengiyan li ber pêşvebirin û pêşxistina sektora enerjiyê.

Di beşeke din a pêwendiyê de, pêşvebirina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî li ser girîngiya pêşvebirina warên bazirganî û veberhênan û enerjiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, hevnêrîn bûn.

Ev nûçe bi tevahî 978 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:52:48