Barrot: Kurd bira û hevçeperên me yên li dijî DAIŞê ne

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî vekirina "Rêya Pêşmerge" li Parîsê ragihand ku Fransa naskirina xwe ya daîmî ji bo Pêşmergeyên ku wekî "birayên hevçeperên ên li dijî DAIŞê" bi nav kiriye ducare dike.

6 Îlon 2025 - 09:58
6 Îlon 2025 - 09:58
 0
Barrot: Kurd bira û hevçeperên me yên li dijî DAIŞê ne

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî vekirina "Rêya Pêşmerge" li Parîsê ragihand ku Fransa naskirina xwe ya daîmî ji bo Pêşmergeyên ku wekî "birayên hevçeperên ên li dijî DAIŞê" bi nav kiriye ducare dike.

Barrot her wiha da zanîn ku ew li ser bihêzkirina pêwendiyan bi Serok Mesûd Barzanî re civiyaye.

Merasîma vekirinê li Parka Citroenê

Doh bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Şaredara Parîsê Anne Hidalgo û Serokê Şaredariya Herêma 15emîn Philippe Goujon û gelek kesayetiyên siyasî û pêşmergeyên dêrîn, "Rêya Pêşmerge" wekî "rêzgirtinek ji bo têkoşîna şervanên Kurd" li Parka Citroenê ya Parîsê hat vekirin.

Civîna Barzanî û Barrot

Piştî nîvroya heman rojê, Serok Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re civiya.

Barrot ji ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê wiha nivîsî:

"Me bi Mesûd Barzanî, serkirdeyê wan ê dîrokî re behsa bihêzkirina pêwendiyên di navbera Fransa, Îraq û Kurdistanê de kir."

Parîs û Hewlêr destexwişk in

Şaredariya Parîsê di daxuyaniyekê de gotibû ku ew bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredar Hidalgo, wekî rêzgirtinekê ji bo şervanên Kurd, Rêya Pêşmerge vedikin.

Pêwendiyên dostane di nabera Kurdan û xelkê Fransayê de hene. Her wiha di navbera Parîsê û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî pêwendiyên bihêz hene.

Di sala 2019an de, Şaredara Parîsê Hewlêr ziyaret kiribû û peymana dostaniyê di navbera her du bajaran de hatibû îmzekirin û her du bajar wekî "destexwişk" hatibûn ragihandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:30:39