Amerîka ji bo rêlibergirtina şerê HSD û Şamê ket dewrê

Amerîkayê hewlên xwe yên dîplomatîk ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilata nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nû kirin.

6 Îlon 2025 - 09:57
6 Îlon 2025 - 09:57
 0
Amerîka ji bo rêlibergirtina şerê HSD û Şamê ket dewrê

Li gorî neçeya The Nationalê, çavkanî dibêjin ku ev hewl ji bo rêlibergirtina li şerekî berfireh e, di demekê de ku tundî di navbera her du aliyan de zêde dibe.

Di 72 saetên dawî de, rayedarên Sûriyeyê ragihand ku "hêzên ewlehiyê dest danîne ser roketavêj û çekên din ên ku dihat îdiakirin ji bo herêmên di bin kontrola HSDyê de dihatin şandin."

Şamê her wiha îdia kir ku hêzên wan "hewldaneke HSDyê ya ji bo derbasbûna yek ji eniyên li parêzgeha Dêrezorê têk biriye" lê HSDyê ev îdia red kir.

Roja duşemê jî balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser eniyeke din a li rex Çemê Feratê pêgehên HSDyê bombebaran kirin.

Tirkiye piştgira sereke ya hikûmeta niha ya Şamê ye.

Li gorî çavkaniyan, siyasetmedara payebilind a Kurd Îlham Ehmed dê di rojên pêş de bi pêşniyarên nû biçe Şamê.

"Deriyên Wezareta Karên Derve ji nû ve vebûn"

Li gorî çavkaniyan, nêzîkatiya nû ya Amerîkayê ew e ku zexta li ser Kurdan kêm bike, bi taybetî piştî ku berpirsên Amerîkayî li dijî daxwazên Kurdan ên ji bo sîstemeke nenavendî derketibûn.

Her wiha Washingtonê pêşniyarên nû pêşkêş kirine da ku nakokiya li ser israra hikûmetê ya ji bo belavkirina HSDyê ku xala sereke ya alozîyê ye, çareser bike.

Çavkaniyekê ji Washingtonê got, "Wezareta Karên Derve deriyên xwe li ber Kurdan girtibû. Niha ew dîsa vekirî ne."

Tê gotin ku hewldana hikûmetê ya ji bo kontrolkirina parêzgeha Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, bûye sedema guhertina helwesta Amerîkayê ya li hemberî Kurd û pêkhateyên din.

Di êrişên li Siwêdayê de bi sedan sivîlên ku piraniya wan Durzî bûn hatibûn kuştin û ew êriş bi giranî piştî destwerdana leşkerî ya Îsraîlê ya ji bo parastina Durziyan hatibû rawestandin.

Heman çavkaniyê got, "Ew ji berê zêdetir guh didin wan (Kurdan)."

Amerîka li ser tawîzên HSDyê israr dike

Lê belê, heman çavkaniyê got ku berpirsên Amerîkayî Kurdan hişyar dikin ku li benda parastineke wekî ya Îsraîlê ya ji bo Durziyan nebin, her çendî di van demên dawî de di navbera HSD û Îsraîlê de têkilî zêdetir bûne.

Çavkaniyê got, "Washington hîn jî israr dike ku Kurd tawîzên berbiçav bidin.

Îsraîl nikare di heman demê de du pêkhateyan biparêze û dê her tim pêşî Durziyan hilbijêre."

Çavkaniyê da zanîn ku Amerîka hêvî dike ku HSD di dawiyê de dev ji herêmên Erebî yên di bin kontrola xwe de berde û dest ji monopola xwe ya li ser hilberîna petrolê ya li herêmê berde.

Pêşniyara Amerîkayê: HSD bi awayekî qismî tev li artêşê bibe

Dîplomatekî li Eman paytexta Urdinê ji The Nationalê re axivî û got ku roja yekşemê, siyasetmedara payebilind a Kurd Îlham Ehmed ku yek ji danûstandinkarên sereke yên HSDyê ye, li Emanê bi du endamên komîteyên têkiliyên derve yên Senato û Meclisa Nûneran a Amerîkayê re civiya.

Wî dîplomatî got, "Wezareta Karên Derve ji nîqaşan ne dûr bû."

Scott Bolz, dîplomatekî payebilind ê Amerîkayî ku dosyeya Kurdan bi rê ve dibe, li Urdinê bi Îlham Ehmedê re hevdîtin kir.

Hefteya borî, her du senator û nûner Amerîkayê, Senator Jeanne Shaheen û Nûner Joe Wilson, bi Serok Ehmed Şer re hevdîtin kiribûn da ku li ser çarenivîsa gelek civakên li Sûriyeyê di bin desthilata Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) de biaxivin.

HSD beşeke mezin a rojhilatê Sûriyeyê kontrol dike ku piraniya enerjiya elektrîkê, petrol, gaz, genim û kelûpelên din ên Sûriyeyê li wir tên hilberandin.

Vegerandina van herêman ji bo Ehmed Şer girîng e da ku rewşa xwe, bi taybetî di nav alîgirên xwe yên Sunî de, xurt bike.

Peymana ku di Adarê de ji bo entegrekirina HSDyê ya di nav dewleta nû de hatibû îmzekirin, bi taybetî ji ber daxwaza Şamê ya ji bo belavkirina HSDyê, rawestiyaye.

Lê belê, Amerîkayê pêşniyar kiriye ku HSD bi awayekî qismî tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe.

Dîplomat dibêje, ev tê wateya ku "(Ehmed) Şer dê bigihîje armanca xwe û di heman demê de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî dê beşeke baş a HSDyê di destê xwe de bihêle û kanaleke vekirî bi Şer re vekirî bihêle."

"Kurd nikarin bawer bikin ku senaryoya Siwêdayê li wan dubare nebe"

Çavkaniyan got ku bêbawerî di asta herî bilind de ye û HSD piştî qetlîamên li Siwêdayê, zêdetir israr dike ku ew ê belav nebe.

Dîplomatekî din got, "Ew nikarin bawer bikin ku hêzên hikûmetê neçin rojhilat û senaryoyeke Siwêdayê dubare nekin."

Hat destnîşankirin ku Îlham Ehmed yek ji wan kesên rijd e ku helwesta wan piştî bûyerên Siwêdayê bihêztir bûye.

Çavkaniyan diyar kirin ku Îlham Ehmed dê di rojên pêş de ji bo gera nû ya dan û standinan li ser çarenivîsa HSDyê biçe Şamê.

Di civîneke bi rojnamevanên Ereb re, Ehmed Şer helwesteke tund parastibû ku alternatîfeke dewleteke yekgirtî tune ye û îhtimala sîstemeke nenavendî red kiribû.

"Ehmed Şer qebûl bike jî dê Tirkiye qebûl neke"

Dîplomatekî rojavayî got, "Heya ku hikûmet nenavendîbûnê qebûl neke, Kurd dê ji bo razîkirina Amerîkiyan tenê dan û standinan bikin, lê ew ê dev ji ti kontroleke rastîn bernedin.

Pirsgirêk ev e ku heger (Ehmed) Şer nenavendîbûnê qebûl bike jî, Tirkiye dê qebûl neke û ew nikare li dijî Enqereyê derkeve."

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:18:54